Kalikê min î rehmetî ji izet û îkramê pir hez dikir. Her ro, li pêş mala xwe ya li ber rê, li ser kursîyeka plastîk î sipî rûdinişt û kî diçû dihat, digote wan ‘’werin mala werin, hele werin rûnin, werin rûnin tiştekî xwe vexwin, tiştekî xwe bixwin..’’
Qey ya me jî li ser edeta wê izet û îkrama kalikê min î rehmetî ye, pêgera mala me ya di orta gund de tim heye, mêvan tim tên darin.
Min go gund, gund havînê şên e, zivistanê li ser hev kî 5 mal hene ya tunene, dîsa li ser hev kî, em li gund 10 kes dimînin ya namînin. Zati ji wan malan yek mala pîrika min e, yek mala me ye ku ez, bavê min û dîya min lê disitirin.
Wê roya hanê çavên min pir diêşîyan. Min xwe şidand, hilmala, ez rabûm çûm xestexanê. Doktor ku li çavên min nihêrî got ‘’Te pir hêsir barandine herhal, tu pir girîyayî’’ Ku doktor werga got, wer kenekî da ser min ku bêhemdî min, ku ez bikenîyama wê ji çavên min ji kenî hêsir bihatana.
Hîn berî ez cewabê bidim doktor, wê li reçetê çend paket hêsir nivîsîn û got ‘’Ku qediya careka din were..’’, ‘’Çi qediya careka din werim’’ min dikira bigota, ‘’Hêsirên min?’’, lê min negot û ez nekenîyam jî.
Carna ez ji xwe re dibêjim ‘’Ma tu kevir î, ma tu mermer î, tu çira li dilê xwe dikî bar ewqas kul û keserî..’’ , lê dûre ez dixwazim ban kim, bi haho û hawar bikim qarewar, bes dibihisîm, dibihîsim, dengekî manewî ye, dike pistepist, dibêje ‘’Sebir ke, hinekî din sebir ke..’’
Naxwazim neheqîyê li wê manewîyatê bikim, lê ez zanim ku ya min heta talîya heyata min derd û derbên qederê ne, ez zanim ku ezê di xewnên şevan de jî tim bigirîm.
Eger ji vî halî min re dibêjin ‘’depresyon’’, rast e depresyoneka giran e û bedelên wê jî giran in. Ez jî bi bedelên giran cangiran bûme, naxwazim tiştekî bikim, naxwazim herim derekê, naxwazim tiştekî hazir kim, naxwazim rakim deynim, naxwazim û naxwazim.
Tew naxwzim vê mektûbê jî bişînim. Laptopa min jî, laptopa min ya ez çend meh in naşixulînim mîna min bûye, venabe. Û ew etarê hanê, ew etarê nanê germ tîne gund, dibihîsim dengê wî, lê min ew hîn ti carî nedîye.
Guhdar B., Temûz 2024
Share this post