Li hewşa mala meta min a Emîne, berî ro ji nîvro here esir sîya dareka hêjirê ye dinya salên 1990î.
Hizûr û dinya, gulên rengrengî ne dîsa bînên wer xweş wer xweş bi xwe re anîne.
Bînên wer xweş wer xweş di şûşeyan de şerbet in, wext hatiye wextan, çi wext in.
Hema dema êvar dadikeve erdê, bi çizeçiz radyoyeka Eyntab e ber bi Sirûcê ve dadixîne perdê.
adın senin gaffar iken.
ayb örtücü settar iken,
kime gidem sen var iken,
cürmüm ile geldim sana.
Ahmed Kudusi
qey ne navekî te ye ew Xefar
eyban vedişêrî tu yî Setar
herim ku bi gunehên giranbar
bi cirman hatim ba te ey Cebar
bi tercûmeya Omer Faruk Baran
Ellahê Mala Meta Min
Nov 21, 2024
Share this post