0:00
/
0:00
Transcript
Foto: Guhdar D.

Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.

Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm.

Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime.

Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, ew dilê min î bextreş î berê çend caran şikestî.

Hîn ez di tirs û tatêlê de me, ne di xewa kûr de me ne xulmaş im, ez kut û ketim û realîteya min jî gurm û daket, hat ber min.

Realîteyeka li rûyê dinyayê. Min ew berê nedîtibû, çimkî wext tunebû ku ez wê realîteyê bibînim, çimkî xewa kûr û xulmaşbûn ne ti wext bûn berê.

A min kabûs bû, tirs bû yan dilê min bû lê dida? Giştik bi hev re bûn sankî.

Jibo ez neşewitim, rev lazim bû ku min xwe avêt derve. Qirîneka wer berz û bilind ji qirika min derket ku pê re deng ji birûska dûr hat birîn. Ba bû, bi guveguv bû, ew jî sekinî.

Lê wek ku ez bi ba, baran û birûskê şil dibûm. Min li xwe nihêrî, qey ez bi hêsirên xwe şil bûbûm, qey ez ji tirsa xwe.

Çavên min li derve li şimikên sor ketin. Şimikên sor, jibo lingên min yên mor.. Wekî ku sirek hebû di her fereka şimikekê de, ez bezîyamê, min her du jî pê kirin.

Mezin bûn şimik li lingên min, lê ez jî mezintir bûm ji xwe êdî jixwe.

Ne xema min bû, şimikên min bûn, sor bûn di lingên min de, jibo azadîya min, jibo birevim, jibo dûr bikevim ji travmayên dabûn dû min.

Guhdar D.

Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Em her tim jî li benda eserên we ne. Perxudres Podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi we re ye, vê gavê bi xatirê we.

jibo mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com