Dostumê min î delal,
Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî.
Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî qebûl bikim. Însanek jibo çi jiber micadeleya ser edalet û azadîyê dikeve hepsê ku? Ew kîjan feraset e ku însanên mîna te sirf jiber hezkirina însanan diavêje binê heps û zindanan?
Te ji cîhên girtî nefret dikir, tehemula te li odeyên malan jî tunebû. Ji çol û çîyan hez dikir te, te ji gelî û newalan. Hucreyên hepsan û tu.. Sankî li vê dinê her tişt mimkun bû, lê tiştekî wisa ne. Dîwarên qalind û bilind çawa hilnaweşin ku bi hêrsa te, bi kenê te û bi henekên te yên cidî.
Wan salên unîversîteyê.. Dema me hîn nû hevdu nas dikir. Te û hevalên xwe, we bi sedan îmzayan xwestibû ku bi vî zimanê ku wê çaxê min bi qasî niha nizanibû ders werin dayîn û unîversîteyê ceza dabû te û çend hevalan, hûn ji mektebê dûr xistibûn.
Min dikira behsa çi bikira? Nizanim. Cumleyên min bela-wela ne, li min giran tê, nikarim mektûbê nola min xwestî binivîsim. Min rûyê te ji bîr nekiriye, lê ez pir ditirsim ku ez dengê te ji bîr bikim. Ew dengê te yê şa û şên, û dem bi dem dîn û dîwane.
Te tim digo ku hêvî tune bin xeyal çênabin. Ez ketime pey xeyalan jibo xatirê wê gotina te. Rojek were, tu ji hepsê derkevî û em herin ber Çemê Dîcleyê û tu dîsa wan şiîrên xwe bixwîni. Ew şiîrên ku min nediecibandin û min tim kêmasî û qûsir têde didîtin.
Qaşo min dikira dirêj dirêj binîvasanda. Lê heta vir, ez nikarim, dilê min ranake.
Min pir û pir bêrîya te kiriye. Qedera em li hev rast anîn û em ji hev dûr xistin, tek carekê be jî bila me dîsa li hev rast bîne. Bi xatirê te.
Guhdar M.
Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Em her tim jî li benda eseerên we ne.
Share this post