Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

🧭Bi Hesabên Gerê Gertrude Bell

1903, Gertrude Bell.

Gerok û arkeologa Îngiliz Gertrude Bell, ku ji xerbî bo keşfê hatiye şerqî, serê sedsala 20an tesîreka tam li xet û xerîteyan Ereban kiriye.

Tê zanîn ku di çêbûna hidûdên Îraq, Urdun û heta ya Erebistana Saudî de jî pêçîya Gertrude Bell heye.

Abdulazîz Îbn Saud, Percy Cox û Gertrude Bell li Îraqê ne, 1916. Fotografa ku Gertrude Bell kişandiye ji arşîva New Castle University hatiye sitandin. Perxudres Podcastê ebat û rengekî nû daye fotografê.

Berî çêbûna wan hidûdan, dibêjin rokê Gertrude Bell dîsa bi rêber û defter û bi makîneya xwe ya fotografan bi çol û kerbelayan ketiye û hûrik hûrik diçe ku şêxekî Ereban lê rast tê.

Selam eleykim, eleykim selam, xweş bêş, virda wêda, şor tê ser mehneya gera Gertrude Bell.

Şêxê Ereb dibêje ‘’Yanî niha mehneya vê gera te, vê westa te çi ye? Tu ji xwe re herî li mala xwe rûnî, rabî, rakevî ji vî halê perîşan ne çêtir e? Wê çi bi dest te keve ku? Seba çi vê ezîyetê didî xwe?’’ 

Cewaba Gertrude Bell li ser van pirsan, kin û kûr e, dibêje, ‘‘Meraq e, tenê meraq..’’

Bi vê meraqê Gertrude Bell li hêla şerqî ku kî nas kiriye tevî etnîsîteyên wan li defter û mektûban nivîsîye.

Fattuh û du hesp li Tirkîyê ne, Hezîran 1909. Fotografa ku Gertrude Bell kişandiye ji arşîva New Castle University hatiye sitandin. Perxudres Podcastê ebat û rengekî nû daye fotografê.

Mesela Gertrude Bell ser xizmetkarê wê Fattuh gotiye bi eslê xwe Ermenî ye, ser Walîyê Beyrutê Bekir Samî Paşa gotiye Çerkez e, û mesela li Konya seba bi wê re bişixulin, erdê bikolin 24 îşçî girtine ku gotiye ji wan 20 Tirk in û 4 jî Kurd in.

Mektûba ku Gertrude Bell talîya Gulana 1907an re ji dêmarîya xwe Florence Bell re şandiye. Fotografa mektûbê ji arşîva New Castle University hatiye sitandin. Perxudres Podcast ebat û rengekî nû daye fotografê.

Gorey gotina tarîxçîyan ew detay û malumatên Gertrude Bell yên eşkere kirine ku kî çi kes e ji kîjan miletî ye paşê pir kêrî Îngilizan hatine serê sedsala 20an.

Madem werga ye, ez jî ji serê vê sedsala 21an qeyd bikim ka: Nigekî min li Riha yek li Diyarbekir, meraqa min li mabêna Dîcle û Firatê, li Ereban, li Kurdan û li Tirkan rast têm: Tirk, hikûmdarên dem û dewranan, Kurd, mîrato û malneketoyên zemanan, Ereb, ehlîkêfên ebedî ebedan.

BÎBLÎYOGRAFYA

Taha Niyazi Karaca, Sınırları Çizen Kadın - İngiliz Casus Gertrude Bell, Kronik Kitap 2018

Werner Herzog, Queen of the Desert, 2015

Gertrude Bell Archieve, New Castle University, 2024

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com