Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

🎶Bi Fırat û İbrahim Tatlıses Girîyekî Hezîran 1997

Keçikên berbext yên gundê me Tionekê bo bi hev re di Star TVyê de Fıratê temaşe bikin bi ro li hev kiribûn û bi şev li mala Apî Emîn,  mala Emînê Hec Ehmed kom bûbûn.

Berî ew kom bibin, Apî Emîn û xanima wî Zeloya Îbo û ahilên li derdorê seba ‘’cahil ji xwe re rûnin televîzyonê sêr bikin’’ mal terk kiribûn û bi cîranên xwe re çûbûn maleka dûrî malên wan.

Behsa salên 1990î dikim ku di wan çaxên zarokîya min de televîzyon hîn jî luks dihate hesêb û li gund li her malê tunebû. Gerçi li mala me ya li Sirûcê hebû televîzyon, lê mekteb hatibûn girtin û em bi koçerî çûbûn gund. Jixwe ku em li Sirûcê bûna jî televîzyona me êvarê bo xeberleran dihat vekirin û paşê jî jiber ku gorey me tiştek têde nedima, nola ku qaîdeyek be dihat girtin.

Şor ne ew e, sala 1997an wê şeva ku 21ê Hezîranê diçû 22yê Hezîranê, li Star TVyê xeleka 6an ya Fıratê hebû. Fırat, ku li ber serê me bû, û di devê me de Ferat bû û ku îcab dikir, ditewîya-dibû Ferêt, bi dest û dîrektorîya İbrahîm Tatlıses hatibû ser televîzyonê.

Ez ne keçikeka berbext bûm, lê ya min ez jî mîna çend hevalên xwe, wê Hezîrana min 8 qut dikirin û diketim 9an bi kontenjana zarokan, bi xwişk û dotmamên xwe re çûbûm mala Apî Emîn ku Fıratê sêr kim.

Wan keçikên berbext, ewên bi tix û dantel û bi yazmeyên rengrengî, gava Fıratê destpê kiribû, tix û dantêl danîbûn û tîqî televîzyonê bûbûn û dûra jî bi sahneya fetisîna li Ferêt yazmeyên xwe hêdî hêdî ji serên xwe danîbûn û pê hêsirên xwe damalabûn.

A min ne yazmeyek hebû li serê min, ne di berîyê min destmalek. Daku ti keçikeka berbext nebîne girîya min, daku hevalên min jî nebînin hêsirên min û nebêjin ‘’Ma tu qîzik î!’’ û bi min nekenin, ez ji mala Apî Emîn derketibûm û çûbûm derve di reşetariyê de girîyabûm.

Ew çax û va çax e çi wext ji dengê İbrahim Tatlıses dibihîsim Fıratê girîyê min tê. Ma girîyê kê nê ku! Stran ku dibêje ava Ferêt e xuşexuş e honik e, qatil e kuştiye yara bejnzirav û tenik e, wê hîn ro nedîye ku teze bûk e canik e.

Omer Faruk Baran

▶️Fotografên vê xelekê ji klîpa Fırat ya İbrahim Tatlıses hatine girtin ku li ser Youtubeê wê kanala nav MuzikPlay weşandiye.

📺Fırat salên 1997, 1998an bi 34 xelekan li ser ekranên Star TVyê bû.


🎧ÇEND XELEKÊN BERÊ

📸Di vê xelekê de ser kişandina fotografekê çend gotin hene.

🧥Yeka din, di vê xelekê de meseleya Gogol û paltoya wî heye.

✉️Û di vê xelekê de mektûba Guhdar B û çend paket hêsir. Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com