Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

👋Bi Mektûba Gerard de Nerval Silavek

Gerard de Nerval. Foto: Felix Nadar

‘’Metika min a delal,

Ji kurê xwe re bêje, ew tew nizane ku dîya wî dê û metika tewrî rind e. Eger ez miwefaq bibim, li Olîmposa ku ezê bi destên xwe çêkim cîhê te hazir e, eynî çito ku mala min li mala te hazir e, werga.

Îşev li benda min memîne. Şeveka sipî ye, wer dirêj û dirêj dibe li pêş min.’’

Em bi mektûbeka şair û seyahê Fransiz Gerard de Nerval dest bi programa xwe dikin, bi xêr be.

Nerval sala 1808an hatiye dinê û sala 1855an ji dinê bar kiriye.

Qey qedera şairîyê ye, ew melankolîkê romantîk hîn dema zarok bûye bi krîzên giran re rûbirû maye.

Piştî 33 salîya wî derd û depresyonên wî girantir bûne û li ser vê giranbûnê heval û berketîyên wî gotine ‘’vî qaf leqandîye la’’ û ew birine timarxanê.

Nerval serê sala 1855an, royeka sar ya zivistanê, li ziqaqeka Parîsê, li dîregeka lembê dardakirî hatiye dîtin.

Ew hatiye dardakirin yan wî bi xwe tiştekî werga kiriye, heta niha jî ji hev derneketiye, ew mesele ne zelal e.

Lê, meraqlîyên edebîyatê di ser not û nivîsên Nerval re gumanê pirtir dibin ser xwekuştina wî.

Mektûba wî ya talî ji meta wî re ye ku wî ew mektûb du royan berî bimire, nivîsîye.

BÎBLÎYOGRAFYA

Son Mektup, Önemli Şahsiyetlerden Son Sözler Antolojisi, Sel Yayıncılık - 2019

Hin malumat û fotografên vê xelekê ji Wikipedia hatine girtin.

Va xeleka sala 2022yan, 2024an bi mudaxaleyên sînordar jinûve hatiye hazirkirin.

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com