Mektûba Guhdar D: Min Bibe Xarpêt
Qedehek şeraba din vedixwe dîya min, dest bi girîyê dike, digirî û di ber hêsirên xwe re dewam dike hêdî hêdî:
''Bavê min ji camîyê dernediket meha Remezanê. Ez biçûka malê kûçika malê bûm, sahûr û fitarên ku xwişkên min hazir dikirin, min dibirin, min dibirin di paceyên camîyê re didan bavê xwe. Min tenê destên wî didîtin, destên sipî bûn, destên narîn bûn. Xwarin ji destên min digirt, digot ‘’Eferim qîza min, sax bî, Xwedê ji te razî be’’ û pace digirt. Dawîya meha Remezanê, serê sibê li camîyê nimêja eîdê dikir û dihat malê.’’
Sakîn e, hinekî sakîn dikim dîya xwe, dixwazim hêsirên wê kêm bibin, dixwazim negirî û bêje; digirî û dibêje:
‘’Gava bavê min dihat malê her daîm ew û dîya min pev diçûn. Çi gava dengên wan bilind dibûn, dîya min jê re digot ‘’Miskow’’..
‘’Miskow? Miskow çi ye?’’ dipirsim ji dîya xwe.
‘’Min jî pir meraq dikir, min digot qey jibo Misilmanên baş dibêjin Miskow. Çi digot min, min, min behsa çi dikir? Ecêb bû, di eîdan de ehbab û eqrabeyên herkesî hebûn, lê yên bavê min tunebûn. Alîya dîya min wan tenê dihatin jibo eîdê. Di kûçeya me de jineka îxtîyar hebû, bavê min tenê diçû ba wê.’’
Zêde dibin hêsirên dîya min, dibêjim qey jiber tesîra şerabê ye, lê tu nabêjî jiber trajedîyên heyata wê ye. Bi îskeîsk, bi girîyeka wer xuya ye kûr dinale ji kezebê dewam dike dîya min û ez di şeva me ya şerabî de detayên nû dielimim ji heyata wê.
Navê dîya min Emîne ye, sala 1961an li Siwêregê tê dinê. Ew di nav dengên Kurmancî û Zazakî de bi Tirkî mezin dibe. Serê salên 1980î, wan salên ew li unîversîteyê zimanê Îngilîzî dixwîne, bi qanûnên Tirkîyê jiber protesto û propagandayên ser zimanê Kurdî dikeve hepsê.
Nêzî du salan li hepsê girtî dimîne dîya min. Li hepsê dibêje ‘’Şerma mezin, fedîya giran, ez jiber Kurdî ketim hepsê lê ez Kurdî nizanim.’’ Dûre derdikeve ji hepsê, Kurdî dielime dîya min, dûra bi saya Îngilizîya xwe di şîrketekê îş dibîne, dest bi kar dike.
Sala 1985an, xeberê didin wê, dibêjinê ‘’Were, bavê te li ber sekeratê ye..’’ Radibe, diçe Siwêregê dîya min, bavê xwe di nav nivînan de dibîne. Destên bavê xwe digire dîya min, ew destên narîn, ew destên sipî, ew destên ji ruh dikevin. Di ber sekeratê de dike luxelux bavê wê, ‘’çi dibêjî bavo, çi dixwazî?’’ dibêje dîya min. Bi dengekî bi zorê tê bihîstin, ‘’Emîna, min bibe Xarpêt qîzam, min bibe Xarpêt..’’
Miskow û Xarpêt meraq ji dîya min re, dimire bavê dîya min. Li malê çend kaxetên kevn didin wê, dibêjin emê herin wî li camîyê bişon, tu jî here kaxeta wî ya mirinê derxe. Dîya min gava diçe daîreya nifûsê ku kaxeta mirinê derxe, di nav belgeyan de ser kaxetekê navekî dibîne, Sarkis. Ser Sarkîs hatiye xêzkirin-reşkirin û li ser Hüseyin hatiye nivîsîn. Morek jî heye li ser kaxetê, bi rengê sor, mühtedi.
Piştî merasîma definkirinê û saetên pêşî yên tazîyeyê dîya min xwe ranagire û ji mezinên malê meseleya Sarkis dipirse. Di serî de kes dengê xwe nake, lê dûre mesele li ser meseleyê dibêjin.
Sala 1915an, wê sala ku Ermenî hatine kuştin bavê dîya min Sarkis 8 salî bûye. Maleka Misilman ew girtiye, ew sinet kiriye û navê wî kiriye Hüseyin.
‘’Sarkis, Hüseyin, Mühtedi, Xarpêt, Miskow, qey Moskow e..’’ Dîya min şok dibe, hêrsa dîya min tam radibe û diqîre û digirî, digirî, bêtir ji şeva me ya şerabî.
Gava dîya min dipirse, dibêje ‘’We çima heta niha ji min veşart?’’ mezinên malê ji dîya min re dibêjin ‘’Jiber ku te unîversîte dixwend û tu ketî hepsê jî me ji te re mesele negot.’’
Paşê heta Ermenistanê jî diçe, diçe li defterên dêran dinêre dîya min jibo bavê xwe û hinek detayên din dibîne: Mala bavê dîya min ji Xarpêtê bûne, bavê bavê dîya min dîplomat bûye û qelenderekî dewra xwe dihatiye hesibandin. Xwişkên bavê dîya min hebûne, Mari û Anna, diçûne mekteba Fransizan li Xarpêtê.
Digirî dîya min, çavên min jî tije hêsir. Destên dîya xwe digirim, destên wê yên sipî, destên wê yên narîn, destê wê yên ruh têde hîn, ‘’Dayê’’ dibêjim, ‘’Dayê, em rojekê herin Xarpêt?’’
Guhdar D.