Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

📍Li Ber Besrawî û Berazîyên Din

Sosyolog Ziya Gökalp di kitaba xwe ya ser eşîretên Kurdan de bi tarz û telefuza zimanê Tirkî dibêje li Sirûcê Alaadinli, Ketikanlı, Picanlı, Dınai, Didanlı, Şeddadi û Şeyhanlı hene û dibêje ji temamê wan re Berazî tê gotin.

Çend reîsên Berazîyan. Ji albuma micadeleya milî ya Riha ya Müslüm Akalın û A. Cihat Kürkçüğoğlu hazir kiriye hatiye girtin.

Gorey tarîxçîyên Riha yên ser talîya dewleta Osmanliyan û cumhurîyeta teze ya Tirkîyê şixulîne wan salan ji van Berazîyên Sirûcê xêncî Kêtikîyan gî bi Kemal Paşa re rabûne ku Îngiliz û Fransizan ji welêt derxin.

Hinek tarîxçî dibêjin Reîsê Kêtikîyan Besrawî xaîn bû, hikûmdarîya Osmanliyan qebûl nedikir û dixwest bikeve bin hikmê Îngiliz û Fransizan. Dibêjin Besrawî digotiye, ‘‘Ku Îngiliz û Fransiz nebin jî emê bikevin bin hikmê dewleteka Ereban ku dîsa ji Osmanliyan çêtir e.’’

Şair Kıratoğlu Emin, ku ji Sirûcê ji gundê Xerabsorê ye, sala 1920an ser vê sekn û sîyaseta Besrawî bi Tirkî şiîreka êpêce giran yazi kiriye.

Di şiîrê de Kıratoğlu Emin dibêje, ‘‘tu çi yî kî yî ey xaînê bê dad, te halê vê Sirûcê kir berbad!’’

Berî ku Berazîyên din wanî ji Besrawî rik bigirin, îstixbarata Îngilizan sala 1916an ser wî reîsê Kêtikîyan çend malumat nivîsîne.

Îstixbarata Îngilizan di raporekê de gotiye, Besrawî pir qurnaz e û aqilekî wî yê sîyasetê jî heye. Di dewamê de îstixbaratê gotiye, Besrawî û hikûmeta Tirk li hev nakin û behsa qedirgiranîya wî ya li mabêna Reqa, Heran û Firatê kiriye.

Reîsê Kêtikîyan Basrawî, li ortê, û du kesên din. Fotograf T.E Lawrance kişandiye. Tê texmînkirin ku sala fotografê 1913 e.

Yûsif Berazî, ew şairê ku bi navê Bêbuhar jî tê naskirin, di xatirayên xwe de dibêje dema ew biçûk bûye, wan çaxên Sûrîye di bin beyraqa Fransa de, axayê wan Besrawî li Helebê li mala apanên wî dimaye.

Bêbuhar dibêje bi qasî ew ji wan mezinên xwe elimîye Berazîyan û Osmanliyê jiber ku Berazîyan nexwestiye xortên wan bibin eskerên Osmanliyê sala 1822yan herbeka mezin kiriye.

Vê herbê 3 salan ajotiye û talîyê Berazî şikestine. Wan salan ji wan Berazîyên şikestî hinek ji Sirûcê rabûne berê xwe dane Hema, Heleb û Entabê.

Kêtikîyan bi serdarîya Hemê Mûsikê û Kinê Mûsikê li hember Osmanliyan çendakî din jî li ber xwe dane, lê ew jî şikestine.

Ser vê tarîxê, Bêbuhar bi dilekî şikestî û şewitî dibêje 6 kurên Mûsikê hebûn û Osmanliyan ji wan 5 kuştin.

Dinê li dinê tim kerb û herb têda, kîn û xwîn bi sedsalan xwe wer werga didin der, wer werga pêda pêda.

Omer Faruk Baran

BÎBLÎYOGRAFYA

Admiralty War Staff Intelligence Division, Personalities - Arabia & Syria, 1916

Yûsif Berazî (Bêbuhar), Berhemên Giştî, Amadekerin û Sererarastkirin: Besam Mistefa, Rûdaw - 2018

A. Naci İpek, Şiirlerde Urfa, Özlem Kitabevi - 1998

Mehmet Veysi Dörtbudak - Değeri Bilinmeyen Urfalı Bir Şair: Kıratoğlu Emin, Şanlıurfa Dergisi, Sayı: 1, Nisan 2008

Mehmet Veysi Dört Budak, Kıratoğlu Emin Divanı, Akademi Kitabevi, 2003

Ziya Gökalp, Kitaplar - Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler - Hazırlayan: Şevket Beysanoğlu, Yapı Kredi Yayınları, 2019

Müslüm Akalın - A. Cihat Kürkçüoğlu, Urfa Milli Mücadele Albümü, Şanlıurfa Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sosyal İşler Daire Başkanlığı, 2018

Müslüm Akalın, Urfa Kurtuluş Destanı - Milli Mücadelede Urfa, Şanlıurfa Valiliği İl Kültür ve Turizm Müdürlüğü Yayınları, 2008

Anthony Sattin, Young Lawrance, John Murray - 2014

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com