Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

🎥I, E, Ê û Skandaleka Kahtalı Mıçe

Muzîsyen Kahtalı Mıçe di xatirayên xwe de dibêje navê wî ji zarokîya wî vir ve Miçê ye, kinkirina navê Mustafa.

Kahtalı Mıçe dibêje berê li ser kasetan navê wî bi ‘’ı’’, wek Kahtalı Mıçı hatiye nivîsîn, lê dibêje rokê dostê wî yê nola wî muzîsyen İbrahim Tatlıses gotiye ‘’La oxlim Miçê, va çi ‘ı’ ye, navê te ne Mıçı ye ku, Mi-çê, binêr ‘e’, ’e’be lazim e herfa li talîya navê te’’

‘’Li ser vê şora İbrahim Tatlıses’’ dibêje Kahtalı Mıçe, ‘’Min go rast e, lazim e wer be’’ û dibêje ‘’min ‘i’ya li taliya  navê xwe guherand, kir ‘e’’

Kahtalı Mıçe û İbrahim Tatlıses.

Her çiqas Kahtalı Mıçı bi hişyarîya İbrahim Tatlıses bûye Kahtalı Mıçe jiber matematîka morfeman, jiber nebûna herfa ‘’ê’’yê di alfabeya Tirkî de, meseleya Kahtalı Mıçe tam hal nebûye.

Çinku gava Kahtalı Mıçe dibêje navê wî ji zarokîya wî vir ve Miçê ye, dengê ji devê wî derdikeve ‘’ê’’ ye, lê gava ew wî dengî dike herfeka alfabeya Tirkî, dibêje ‘’e’’ ku ew herf jî kêm dimîne li ber navê wî yê kin î heqîqî.

Seba mesele safî bibe, Kahtalı Mıçe, ku him bi Tirkî him bi Kurdî stran gotine, lazim e here bo ‘’e’’ya wî navê xwe yê bi alfabeya Tirkî ji alfabeya Kurdî kumikekî ^ transfer bike, navê xwe bike Miçê û rast bike, serast bike, bike Kahtalı Mıçê.

Ne sûcê Kahtalı Mıçê ye gerçî, çito ku di alfabeya Kurdî de ‘‘ö’’ tuneye û loma Ömer xerîb dimîne li welatê peyvên bi Kurdî, Miçê jî li wetanê kelîmeyên bi Tirkî eynî werga xerîb dimîne.

Hem kesên ser zimanan şixulîne dibêjin hejmarên fonemên zimanan ekserî ji hejmara herfên wan zêdetir in.

Bi gotina fîlologan be di Kurdî de bi qasî 45 fonem hene, lê îro ro hejmara herfên alfabeya wî zimanî 31 e.

Dîsa gorey gotina wan fîlologan fonemên zimanê Tirkî 42 ne, lê di alfabeya wê ya modern de 29 herf hene.

Fonem û fîlolog li ferhengan, kumik li ser navê wî, em vegerin ser dengê Kahtalı Mıçê.

Kovara Roll sala 1997an ser Kahtalı Mıçê nivîsîye: Di nivîsê de tê gotin ku Kahtalı Mıçê jiber ku sala 1979an di kaseteka amator de straneka bi Kurdî gotiye, bi qanûnên Tirkîyê yên wê demê ketiye hepsê.

Cezayê Kahtalı Miçê piştî pirsên polîs û mehkemeyan sala 1984an hatiye înfazkirin û ew bi dawîya sala 1985an re wexta ji hepsê derketiye jî hatiye sirgûnkirin, ji Kahta ya bi navê Kolikê jî tê zanîn, çûye Meletîyê, demekê li wir maye.

Salên 1990î û serê salên 2000î jibo Kahtalı Miçê li Stenbolê şevên şohretê ne. Her şeva ku wî li muzîkholan, li gazînoyan stranên xwe gotine, medya û magazîn jî li pey wî ketine ku meseleyeka wî ji xelk û alemê re bêjin.

Ser wan royan Kahtalı Miçê dibêje ‘‘Şikur ji Xwedê re, skandaleka me çênebû heta niha, înşelah ji vê saetê şûnda jî çênabe..’’

Skandal ku kumikê ‘‘ê’’yekê jê distîne dide ser ‘‘e’’yekê û mala xelkê dişewitîne, skandal.

BÎBLÎYOGRAFYA

Raif Yaman, Fonemên Kurdî Ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787 - 1887), Weşanxaneya Nûbiharê - 2022

Kovara Roll, Sayı: 3 - Kahtalı Mıçı: Pop Bana Ters İş: Ensar Altun, Nefes Yayıncılık - 1997

Lloyd B. Swift, A Referance Grammer of Modern Turkish, Taylor & Francis - 1997

Kahtalı Mıçe Anlatıyor, Yönetmen: Serkan Koç, Kam Film - 2024



Eger te ji vê xeleka ser navê Kahtalı Mıçe hez kiribe di Perxudres Podcastê de ser kinkirina navan xelekeka din heye: Seyahê Alman Carl Eduard Sachau sala 1879an dema berê xwe ji Helebê dide Riha bala xwe dide navan û dibîne ku Kurdên li mintiqeyê navên xwe kin dikin.👇

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com