Playback speed
×
Share post
Share post at current time
0:00
/
0:00
Transcript

🥀Gundî Çito Dimirin?

Bi destê resamê Rûs Isaac Levitan, Vladimirka, 1892. Mikhail Nestorov ser vê eserê dibêje menzereya tarîxî ya Rûsya raber dike.

Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin, cilên xwendîyan ji xwe danîn, yên gundîyan li xwe kirin û bo heyateka nû ya bi sosyalîzma naturel berê xwe dan çol û stepên Rûsan.

Piranîya wan telebeyan li bajaran di hebûnê de mezin bûbûn û berê gund nedîbûn, lê dadiyên ew xwedî kiribûn, cenanên bo xizmetên dê û bavên wan şixulîbûn ji wan re çîrok û meseleyên gundan gotibûn. 

Ew telebeyên zêde zengîn li hember dadi, cenan û gundîyên feqîr yên di kitaban de xwe bêmehne sûcdar hîs dikirin. Wan mal û milkên dê û bavên xwe red kiribûn û werga berê xwe dabûn çol û stepan. 

Ji salên 1820an esereka resamê Rûs Alexey Venetsianov: Li Erdê Hatiye Ajotin, Bihar.

Şair Nekrosov digo ''Rûsya li kûrahîya çolan e, li bin hikûmranîya bêdengîya bêdawî..'', Saltıkov-Şçedrin bo gundîyan digo ''qehremanên dema me.'', bi ya Turganyev ji gundîyan zanetir û kanetir kes tunebû. Û li gor Dostoyevski jî ehlaqê gundîyên Rûs ji yê arîstokratê Ewrupî pir çêtir bû. Rêberê rîya nû gundî bûn.

Mala Tolstoy ya li Yasnaya Polyana. Foto: A.Savin - Wikimedia

Heyranekî din î gundîyan jî Tolstoy bû. Tolstoy sala 1855an cîhê ku tewrî zêde jê hez dikir di qumarê de derda û li deftera xwe wanî yazi kir: ''Her tişt çû, mal û milkên li Yasnaya Polyana jî. Herhal mehneya nivîsînê nema. Ez ji xwe ewqas nefret dikim ku dixwazim bîr bikim ku ez heme.''

Cîhê ku Tolstoy behsê dikir, 2000 donim erd bû û li wir 200 cenan dişixulîn. Lê ne jibo van hejmaran, jiber ku Tolstoy li wir hatibû dinê û 9 salên zarokîya xwe li wir derbaz kiribû, ew dera bo wî cîhekî pir bi qîmet bû. Heta bê carekê wî ji birayê xwe re gotibû ''Ez vê malê bi ti tiştî nadim.'', lê jiber deynên qumarê mecbûr mabû ew mala tevî 11 gundan, wan erdan û wan hespên têde firotibû û dûre jî bo derdê vê derdanê hinekî bîr bike berê xwe dabû Qafqasyayê, çûbû eskerîyê. 

Salên 1860î Tolstoy. Fotograf ji Wikimedia hatiye girtin. Perxudres Podcastê ebateke nû daye fotografê.

Tolstoy sala 1856an dema ji eskerîyê vegerîya sond xwar ku ewê careke din qumarê nelîze û terka heyata xwe ya arode û aware kir. Wî digot ewê êdî ji xwe re efendîyê mala xwe be, baqil be û bi gundîyan re li dest û pîyên xwe binêre.

Sala 1859an li Yasnaya Polyana bo zarokan mektebek lêkir Tolstoy. Bû hakim, erd li axa û cenan û cotkaran par vekirin. Jiber ku li hêla gundîyan disekinî û parên pir dida wan, xwedîyên erdan ji Tolstoy diqeherîn. Lê ne xema Tolstoy bû, wî ji gundîyan hez dikir û jixwe dilê wî ketibû jineka gundî jî: Aksinya Bazikina. 

Tolstoy, Aksinya cara pêşî sala 1858an dît. Wê çaxê Tolstoy 30, Aksinya jî 22 salî bû û bi cenanekî Tolstoy re zewicî bû. Tolstoy ser Aksinya wanî nîvîsîbû li deftera xwe: ''Berê ti carî wanî aşiq nebûbûm. Îro li nêv daran.. Ez, ez bêfehmek im. Dîn î bodle me. Biriqîna rûyê wê yê zer î bronz û çavên wê.. Tew ji pêş çavên min narin..'' 

Sophia Behrs, 1862. Foto: Wikimedia

Tolstoy sala 1862yan bi qîza doktorê Qesra Kremlînê, Sophia Behrs re zewicî. Li dû zewacê, Tolstoy li ber xwe da ku Aksinya bîr bike û bala xwe bide ser romana xwe ''Şer û Aştî''yê. Bi xêra Xanim Sophia û edebîyatê çend salan ji Aksinya bi dûr ket Tolstoy, lê salên 1870î dîsa her ro du ro li wê rast hat. 

Wan salan telebe di destan de kitab û broşur gund bi gund digerîyan û xwendin û nivîsîn herf bi herf raberî gundîyan dikirin. Telebeyan ji cenan re behsa sosyalîzmê dikir, lê termînolojîya wê fikrê li wan gundîyan giran dihat.

Rokê dîsa li gundekî telebeyekî ser sosyalîzmê bi saetan şor kiribû ku gundîyek rabû ser xwe û bi kêf got: ''Ku werga be rind e, ezê ji erdên xwe re du îşçîyan bigirim û kêf kêfa min..''

Li gelek cîhan jî gundîyan bi şubhe û çavên ne xweş li telebeyan dinêrîn. Heta bê ew dihatin îxbar kirin û hinek ji wan diketin hepsê jî. Lê telebeyan dev ji doza xwe bernedida û heta gundên tewrî dûr jî diçûn. Wan digot gundî wê rokê îlem dawî li hikûmdarîya beg û axayan bînin.

Anton Chechov, 1893. Foto: Wikimedia

Rûs salan 1897an bi çîrokeka Anton Chechov bi hev ketin. Çîrok ser garsonekî nexweş û jina wî bû. Gorey çîrokê, garsonekî li Moskowê kar dikir nexweş diket û bi jin û zarokên xwe re vedigerîya gundê bav û kalan. Lê gava ew derbazî gund dibû aîleya gêrson jiber mesrefa çêdibû xulqê xwe teng dikir. Garsonê nexweş piştî demeka kin canê xwe ji dest dida û jinik vedigerîya Moskowê û ser wan gundîyan wanî digot: ''Qebe bûn, bênamûs bûn, gemarî û serxweş bûn, tim di nêv xwe de şer dikirin, hurmeta wan ji hevdu re tunebû.'' 

Bi vê çîrokê mîta ser gundîyên rind û dilpak derbeka mezin xwaribû. Telebeyek li vir, yek li wir, kê çîrok dixwend, digot ''Cehechovê çeqel çi fehm dike ji heyata gundîyan..'' Tolstoy jî ser Chechov go ''Esas ew nizane li ruhê gundîyan binêre..'' Lê Chechov doktor bû, wî gelek gundîyên li dora Moskowê belaş tedawî kiribûn û ew ji nêz ve nas kiribûn. 

Odeya Tolstoy ya li mala li Yasnaya Polyana. Bi wî halê ku wexta Tolstoy cara talîyê ji mal derketî. Foto: Wikimedia

Rêber, nivîskar, xwendekarên Rûs hîn ser gundî û xwendîyan minaqeşe dikirin ku Tolstoy 28ê meha 10an ya 1910an , saet 4ê şefaqê ji wê mala xwe derket ku bi qasî 50 salan lê mabû. Kalê 82 salî ji şerên bi Sophia re westiyabû û mîna wê li parîyek hizûr digerîya. 

Tolstoy û Sophia, 1910. Foto: Wikimedia

Gava ji mal derket ji gavên xwe yên giran fehm kir ku êdî heyata wî hindik maye. Ji çîrokên wî ''Şeytan'' hat bîra wî. Di çîrokê de hinekî sergirtî hinekî eşkere behsa Aksinya kiribû, ew jina gundî. Wî herhal jiber eşqa bo wê jinikê du versîyonên wê çîrokê dabûn edebîyatê. Di yekê de jina gundî dihat kuştin, di yekê de jî jinikê xwe dikuşt. 

''Ne wexta çîrokan e kalo!'' got ji xwe re Tolstoy û li erebeya xwe siwar bû û çû îstasyonê. Bêyî ku zanibe bilêta wî dikê 10 royên din were birîn, bêyî ku zanibe dikê bimire, bo îstasyona manastira Optin Pustin bilêtek sitand. 

Tolstoy li ber sikratê ye, 1910. Foto: Wikimedia

Tolstoy di rê de nexweş ket. Tarîxçî ne, dibêjin Tolstoy li Astapovo derbazî mala midûrê îstasyonê bû. Li wê mala biçûk, pirsek ji devê Tolstoyê li ber sikratê derdiket û di hindurê de malê de olan dida: ''Lê gundî, gundî, çito dimirin gundî?''

Omer Faruk Baran

*Perxudres Podcastê Gundî Çito Dimirin? sala 2022yan hazir kiriye. Edîtor Baran va xeleka sala 2024an bi tarz û teknîkeka nû û bi boyax û siwaxeke hindik jinûve çêkiriye. Bîblîyografîya vê xelekê wenda ye. Tê bîra Baran ku wî wê çaxê, wê çaxa ku va xeleka hazir dikiriye, îlhama xwe ya pir ji Nataşa’nın Dansı - Rusya’nın Kültürel Tarihi ya Orlando Figes ya bi çapa Yapı Kredi Yayınları sitandiye.

**Di versîyona sala 2024an ya Gundî Çito Dimirin? de Edîtor Baran xwe jibo resim û fotografan dîsa sipartiye Nataşa’nın Dansı - Rusya’nın Kültürel Tarihi ya Orlando Figes, lê vê carê wî li çapa İnkılâp Kitabeviyê nihêrîye.

Discussion about this podcast

Perxudres Podcast
Perxudres Podcast
notên ser kultur, sanat û edebîyatê.
omerfarukbaran@hotmail.com