Merheba 🪿
Perxudres Podcast ya her Pêncşem di saet 5:50 pm da xelekeka nû diweşîne wê royên Bazarê jî - erê heyran Yekşem - di saet 10:10 da ji arşîva podcastê metnên qeydên berê bişîne vê e-maila te. 🐞
Kesên vê podcatê ji serê sêrî da teqîb dikin wê bi van qeydan herin hiseka nostaljîk û kesên nû bûne aboneya bultenê jî wê ew qeydên berê tevî metnan bibînin.
Îro ji arşîvê du xelek hene. Redaktorîya her du xelekan ji guhdarên me yên dildar û destekçi Karxezalê kir. Gava me pirsî me got ‘‘Em navê te çawa binivîsin?’’, got ‘‘Tenê Karxezal bes e.’’
Gotina min jî li vir bes e, dinê pir germ e, em zû herinê.. 🎧
O.F. Baran
Loin Des Hommes, ku mehneya wê Ji Însanan Dûr e, fîlmeka ser herba Fransa û Cezayîrê ye. Min fîlm jiber ku ji çîrokeka Albert Camus hatiye çêkirin vekir sêr kir.
Di fîlmê da bi peyvên Albert Camus, bi perspektîfa wî hal û hikayetên hidûdan hene. Hidûdên zimanan, hidûdên dîn û îmanan û hidûdên edalet û merhemetê li herbê.
Tê bîra min, min cara pêşî bi xêra futbola Zinedine Zidane meseleya Fransa û Cezayîrê bihîstibû. Zinedine Zidane bi eslê xwe ji Cezayîrê bû, lê wî formaya Fransayê li xwe kiribû û di roportajan da jî gotibû ku ew xwe ji her du welatan dihesibîne.
Fehm dikim vê hisiyatê. Gava ez dibêjim ez ji zimanê Tirkî hez dikim, bi hinek hevalên min ecêb tê, heval rûyên xwe tirş dikin ser vê gotina min.
Halbûkî çi bû meseleya ez êşandim? Ti carî ne Tirkî bû, ferzkirina Tirkî bû. Bi qasî Tirkan, hat talê Kurdan jî Tirkî li min ferz kirin ku ez bi wan ferzkirinan ji Tirkan jî ji Kurdan jî dûr ketim, lê ji Tirkî ne û ji Kurdî ne.
Niha kanim pir rihet bêjim ku bê herb û bê hidûd du welatên min hene, yek Kurdî û yek Tirkî; ji redkirin û ferzkirinên xwe yên berê fedî dikim çîşkî.
Futurîstan serê sedsala 20an bala xwe dan ser estetîka guregurê û gotin gerek em dengên dînemoyan, dengên teyareyan û dengên tanq û topan bi muzîkên xwe bidin.
Ji wan serkêşên muzîka futurîst Edgard Varese digot ‘’Ez li bombeyeka wer digerim ku di muzîkê da qulikeka mest î mezin veke û pê, çi deng di heyata me da heye û heta bêje çi guregur heye di hindir muzîkê keve.’’
Bi teqîna wê bombeyê belkî û bi vebûna wê qulikê bêmehne kamyoneka sor ketiye straneka Kürt Remzi mesela; Helîkopter jî bûye navê albumeka Koma Ferec.
Rodî jî di stranên xwe da bi awayekî pir enteresan behsa dolmîş û dozeran dike. Nav, Dolmîşa Zer, Rodî di wê stranê da dibêje.
dema dolmîş wenda dibû nav toz û dumanê
êvarê pir xemgîn dihat dengê ezanê
niha dolmîş gihîşt gundê Apê Remezanê
dernakevî ji bîra min wexta razanê
Di straneka ser Apê Remezan da jî wanî dibêje Rodî:
dozêra zer fotrafê da
te wî dajot nav xewê da
cixarekî ber lêvê da
bavê kî ma xurbetê da
Perxudres Podcast bi destekên guhdarên nola te hêja weşana xwe ya serbixwe didomîne. Eger tu dixwazî herkes bi xêra te jî belaş li vê podcastê guhdarî bike û metnên wê bixwîne tu dikarî ji Patreonê bi qasî ji dest te tê destekên madî bidî Perxudres Podcastê.